Kovarên Kurdî
-
Son Yazılar
Arşivler
Kategoriler
Meta
Salname
Mayıs 2024 P S Ç P C C P 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 Ên herî zêde lê hatiye tikandin
- Hiçbiri
Kovarên Kurdî
Radyo DilKurdî
Hûn bi xêr, qencî û xweşî hatin.
Jiyan bi KURDÎ xweş e …
Bijî DilKurdî. Tenê bi kurdî.
Bijî Kurdîhezan (Yaşasin Kurdçe’yî Sevenler!)
Ji dilovaniya(kerema) xwe KURDÎ pirtir binivîsin, heta ku em bi temamî bibine KURDÎ!! Bijî azadiya Kurd, Kurdî û Kurdistanê ji bo heta bi hetayê. Bijî Serxwebûna Kurdistanê.
https://www.flatcast.net/player.aspx?sid=1590810“> Radyo Dilkurdî
https://www.flatcast.net/player.aspx?sid=1590810“>
https://www.flatcast.net/player.aspx?sid=1590810
Heke Radyo û Chata wê venebe; divê hûn vê beranameyê (Flatcast player/lêder) daxînin û di kompîtura xwe da saz bikin.
Lêder/Playera FLATCASTê ji malpera wê daxin:
Lêdera Radyoyan
>>> FLATCAST-Player without Browser
ID ya Radyoya DilKurdî ev e: 1590810
Piştî we Lêder/Playera FLATCASTê daxist û saz kir, IDê têkevin nav Gerok/Browsera FLATCASTê û pê li ”Here/Enter”ê bikin.
Wê Radyo DilKurdî dema di weşanê da be; di wê Gerok/Browsera FLATCASTê da ve be.
Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî pîroz be.
Bijî berxwedana ziman û kesatiya bi KURDÎ.
Digel silavên kurdîhezî û Kurdistanî
Siberoj….
Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî
21ê sibatê “Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî” ye. Ev roj, di 17.11.1999ê de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakîyên pirrengî tê pîrozkirin. Kurd îsal jî bi awayekî girseyî û bi çalakiyên berfireh amadekirina pîrozbahîyên vê rojê dikin. Li Sêwêdê jî di di dibistanan de bê pîrozkirin.
Armancên vê rojê çi ne?
1. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
2. Bilindkirina famdarîya ji bo civakeka pirçandî
3. Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng
Em wek malpera Dibistana Kurdî ji sala 2002ê û bi vir de ye ku vê rojê pîroz dikin û dixwazin balê bikşînin ser girîngî û mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî.
Çima 21ê sibatê?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.
Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCOyê ev roj pejirand.
Dibistana kurdî
http://www.dibistanakurdi.com/index.php
Dibistanakurdi.com